Tehran tê bombekirin, hat îdîakirin ku DYE amadekariya operasyona bejahî dike

Di hefteya pêncemîn a şerê li Rojhilata Navîn de jî paytexta Îranê Tehran tê bombekirin. Li aliyek Îran gef li ser zanîngehên Emerîkî yên li welatên Kendavê dixwe û li aliyê din jî tê îdîakirin ku Pentagon amadekariya operasyona bejahî dike.

Paytexta Îranê Tehran sihara yekşemê car din bi teqînên tund re rû bi rû ma. Piştî herî kêm du teqînên mezin ên li bakurê bajêr hatin bihîstin, hat ragihandin ku sîstemên parastina hewayî ya Îranê ketin dewrê. Çapemeniya Îranê û ajansên navneteweyî ragihandin ku êrîş li bakurêrojhilatê paytextê zêde bûne.

GEFA VEKIRÎ YA LI DIJÎ ZANÎNGEHÊN EMERÎKA

Piştî teqînan Mûhafizên Şoreşê yên Îranê gef xwar ku êrîş bibe ser zanîngehên Emerîka yên li herêma Kendavê.

Ev gef piştî bombebarana li ser Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Tehranê hate xwarin. Aliyê Îran îdîa dike ku di êrîşên dawî de du zanîngehên li welêt zirar dîtine.

ÎSRAÎL: ME LI NAVENDÊN ÇÊKIRINA ÇEK A LI TEHRANÊ XIST

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan li Tehranê navendên fermandariyê û “binesaziya çêkirina çek a ayîdê rejîmê” hedef girt.

GELO PENTAGON XWE JI BO OPERASYONÊN BEJAHÎ AMADE DIKE?

Li gorî nûçeyên çavkaniya xwe ji Washington Post digirin, Pentagon li Îranê xwe ji bo operasyonên bejahî amade dike. Reuters jî ragihand ku amadekariyên navborî di nava rêveberiya DYE’yê de bi rengekî cidî tê nirxandin.

Hat ragihandin ku DYE’yê hêza xwe ya leşkerî ya li herêmê zêde kiriye, di vê çarçoveyê de keştiya êrîşkirinê ya USS Tripolî amfibi gihiştiye herêmê.

LI KENDAVÊ RAGEŞÎ BERFIREH DIBE

Şer tenê bi xeta di navbera Îran û Îsraîl de sînordar nîne. Kuweyt û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî roja Yekşemê ragihandin ku ew bûne hedefa êrîşên bi dron û fûzeyan. Her du welatan jî gotin ku li dijî êrîşan pergala wan a parastinê hatiye bikar anîn.

Her wiha hat diyar kirin ku di encama êrîşa girêdayî Îranê ya li ser tesîsa Aluminium Bahraian (Alba) ya li Behreynê du kes bi sivikî birîndar bûne. Ji ber êrîşên Îranê rasterast binesaziya stratejîk û aborî yên welatên Kendavê hedef digire, weke mijarek balê dikişê tê nirxandin.

JI YEMENÊ BER BI ÎSRAÎLÊ VE FÛZE HAT AVÊTIN

Di şerê ku li eniyên herêmê berfireh dibe de, ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve fûze hat avêtin. Artêşa Îsraîlê, ragihand ku li dijî êrîşê pergala parastina hewayî ketiye dewrê. Husiyên girêdayî Îranê, di rojên dawî de êrîşên xwe ya li dijî Îsraîlê zêdetir kirine.

LI ÎSRAÎLÊ HEJMARA BIRÎNDARAN GIHIŞT 5 HEZAR Û 768 KES

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, ragihand ku ji destpêka şer û vir ve di encama êrîşan de 5 hezar û 768 kes birîndar bûne û ji wan 137 birîndar hê jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Her wiha, hat gotin ku di nava 24 saetên dawî de 148 birîndar rakirine nexweşxaneyan.